1. nivîskar,zimanzan, sîyasetmedar, rewşenbîrê kurd û xizmetkarê zimanê kurdî ye . neviyê mîrê cizira botan bedîrxan e. celadet bedirxan ji bo zimanê kurdî alfebeyeke bi tîpên latînî amade kiriye û ev alfabe niha ji aliyê kurmancîaxêvan ve tê karanîn. weşangerî û nivîskariya kovarên hawar û ronahiyê kiriye. yekemin serokê rêxistina xoybûnê ye. di jiyana xwe de gelek zehmet û azar kişandiye û mirana wî jî bi awayekî dilsotîner bûye. celadet wisa dibêje; heta mirov xwe nas dike, emrê xwe xilas dike... |
|
06.06.2013 07:06 |
parezer
|
2. Gotinek wi zatê mezin heye kû di bêje "Zimanên biyanî çek û kincen me ne, Lê zimanê Kurdî laş û çermê me ye". |
|
06.07.2013 13:35 |
stajyer kurd
|
3. ji bo zimanê kurdî kesê ku gava herî mezin avêtîye, ye. |
|
06.07.2013 13:47 |
simurg56
|
4. (bnr: mîrê kurmanciya standart) |
|
06.07.2013 15:58 |
endazer
|
5. piştî ku bavpîrê wî mîr bedirxan ji bo azadiya Kurdistanê serhildanê derdixe û têk diçe sirgunî girava Gîrîtê dibê. Neviyê mîr bedirxan celadet bedirxan li stenbolê hate dinê. nezikî temamiya jiyana wî keder û xizaniyê derbas bû. Lê her dem ji bo azadi û serfiraziya Kurdistanê xebitî. Rihê wî şad bê. |
|
06.07.2013 16:53 |
fuad hemedxan
|
6. di sala 1893 li sitanbolê ji dayîk buye. Celadet Elî Bedîrxan dibê: |
|
06.07.2013 18:50 |
gulê
|
7. mirovê ku navê wî min li lawê xwe kiriye.Tu nemiriyî, tu di navan de tên jiyîn,tu di dilên kurdan de hê dijî , dê bijî jî. |
|
06.07.2013 20:59 |
fizikzan
|
8. mêrxas û şêrgeleyê ku berê çend hefteyan hevalekî min jî navê wî li kurê xwe yê nû Xwudêdayî kiriye.. |
|
06.07.2013 23:18 |
endazer
|
9. di nivîseka xwe ya bi navê ziman û zilamek ya di kovara hawarê de derheqê elimîna xwendin û nivîsandina kurdî de wiha dibêje: ''Piştî ko em Kurd jî wek miletên din bûne xwediyê elfabeke xweser, xwendin û nivîsandina zimanê me gelek hêsanî bûye. Tecrîbê şanî daye ko li gora jîriya mirov kurd ji heftekê heta çar heftan de dikarin hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin.'' |
|
15.07.2013 23:30 |
endazer
|
10. kurdperwerê bêhempa, pêşeng û bavê elîfbeya latînî û xwediyê gelek kovar û rojnameyên kurmancî ku îro roja salvegera wefata wî ye.. |
|
15.07.2013 23:40 |
endazer
|
11. bi danîna hîmê rêzimana kurmancî de nehiştiye şerê birakujiyê derkeve |
|
16.07.2013 00:09 |
rohat_rosî
|
12. Ew mirov e ku neviyên wî her dem dê deyndarê wî bin. |
|
16.07.2013 00:56 |
gulan
|
13. tê gotin ku kalkê wî Bedîrxan bi kolekirina êzidiyan û talankirina warê wan gîhîştiye dewlemendiya xwe. |
|
16.07.2013 01:21 |
sîsîfos
|
14. Kovarén kurd heri namdar é bi nave Hawar u Ronahi derxıstiye..Elfaba kurda ku iro te karanin di kovara Hawarda hatiye nerîtandin.. |
|
16.07.2013 10:12 |
roj
|
15. Xemrevîna terkeserên dinyayê; |
|
19.07.2013 17:06 |
sîyajan_56
|
16. ceng sağnıçê ku bi nivîsên xwe yên kurdistanî li ser facebook û twitterê di nav kurdan de gelekî meşhûr e di demnameya xwe ya facebookê de wêneyekê nû yê mîrê mêrxasan ku heta niha min li tu derî nedîtiye ku tê de di nav erdekî bej û beyar de li ser qutiyekî dep rûniştiye û bi lêvbişirînî li pêşber dinêre parve kiriye.. nizanim çima lê çi gava çav bi wêneyî ketim wekê ku bavpîrê xwe yê rehmetî dîtibim bi girî ve bûm.. |
|
30.07.2013 03:54 |
endazer
|
17. bi gotina dapîra wî re: |
|
30.07.2013 13:16 |
mam selam
|
18. romana mehmet uzun ya "bîra qederê" li ser jiyana wî hatiye nivîsandin |
|
30.07.2013 13:35 |
arami
|
19. bûye navê pirtûkxaneya nû a şaredariya sêrtê a li cadeya guresê. di rayandina li meclîsê de tenê yek kes dijî vî navî derketiye ew jî endamek akpî ye |
|
22.08.2013 18:02 |
brusk56
|
erdal kayayê tirkan [1] |
|
tirşik forûm [1] |
|
ez kurdan û kurdistanê nas dikim [3] |
|
gotinên pêşiyan [1] |
|
gotinên pêşiyan [2] |